Mijdar 09, 2021 14:24 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê li Xurmatûyê êrişî masîgiran kirin û çend kes kuştin û birîndar kirin

Li bajarokê Xurmatû yê Kerkûkê di êrişa terorîstên DAIŞê de herî kêm du kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê polîsê Xurmatû, Husên Elî ji BasNewsê re got, îro li nahiya Amirlî ya Xzurmatû terorîstên DAIŞê êrişî çend kesan kirin ku bo girtina masiyan çûbûn ser gola Zerge.

Wî berpirsê polîs da zanîn, di wê êrişê de du kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv