Berhem Salih: Em tevlihevî û bêewlehiyê li Iraqê napejirînin
Serokomarê Iraqê swîqesta li dijî Mistefa Kazimî serokwezîrê vî welatî şermezar kir.
Li gorî rapora El-Cezîreyê, Berhem Salih serokwezîrê Iraqê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê li torên civakî tevî terorîstîzanîna swîqesta li canê Mistefa Kazimî serokwezîrê vî welatî, ev kiryar wek destdirêjî û cinayetî şermezarkirî da zanîn.
Salih her wiha li ser pêwîstiya yekhelwêstiyê di rûbirûbûna di gel kesên ku ji bo jinavbirina ewlehiya Iraqê û gelê wê kemîn kirine, tekez kir.
Serokomarê Iraqê ragihand: Ne pêkan e ku em alozî û darbeyê di pergala qanûnî ya Iraqê da bipejirînin.
Muqteda Sedr Serokê tevgera Sedr a Iraqê jî wek berteka li dijî êrîşa bi dronan li ser mala serokwezîrê vî welatî, got: Hêzên ewlehiyê divê rewşê kontrol bikin da ku rewşa Iraqê baştir bibe.
Koma medyayî ya ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê qala êrîşa bi dronan ser mala Mistefa Kazimî serokwezîrê vî welatî kir.
Li gorî rapora berbanga Yekşemiyê ya IRNAyê, Koma medyayî ya ewlehiya Iraqê di vê daxuyaniyê da ragihand ku biryara terora Mistefa Kazimî bi êrîşa droneke bombebaarkirî li ser cihê mayîna wî li navçeya kesk a Bexdayê tûşî şikestê bûye.
Li gorî vê daxuyaniyê, di vê êrîşa bi dronê da tu ziyanek li serokwezîrê Iraqê neketiye.
Serokwezîrê Iraqê di twîterê da nivîsî: Halê min baş e. Ez li nav gel im û ji giştan dixwazim bila aram û ser hemdê xwe bin.