Mijdar 06, 2021 14:45 Asia/Tehran
  • Kazimî biryar da derbarê aloziyên di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de lêkolîn bê kirin

Hikûmeta Iraqê lijneyek ji bo lêkolîna aloziyên li ber Devera Kesk a Bexdayê pêk tîne, ku ji ber pevçûnên di navbera alîgirên komên nerazî ji ber encama hilbijartinan û hêzên ewlehiyê de rûdan, hejmarek kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da, lijneyeke bilind ji bo lêkolîna derketina aloziyan li ber Devera Kesk a Bexdayê were pêkanîn ku Heşda Şeibî jî tê de endam be û kesên ziyandîtî jî werin qerebûkirin.

Li aliyê din, Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê bi daxuyaniyekê daxwaza arambûna hemû aliyan û rêzgirtina li mafên xwepêşandana aştiyane kir.

Li gor amarên herî dawî yên qurbaniyên xwepêşandanê, kesek hat kuştin û 346 kes jî birîndar bûn, ku ji wan 275 kes ji hêzên ewlehiyê û 71 kes ji xwepêşanderan in û birînên hinek kesan giran in.

Serepeyv