Li Bexdayê di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de alozî derket
Xwepêşanderên ku ji encamên hilbijartina Parlamenta Iraqê ya meha derbasbûyî hatibûn kirin nerazî ne, piştî zêdeyî mehekê grev roja Înê li Bexdayê hewl dan biçin Navçeya Kesk.
Hêzên ewlekariyê rê nedan xwepêşanderan ku biçin nav Navçeya Kesk ku li Iraqê cihê desthilata siyasî ye. Ji ber wê jî di navbera herdu aliyan de alozî derket. Di encam de wek ku Wezareta Tendirustî ya Iraqê dibêje, 98 karmendên hêzên ewlekariyê û 27 xwepêşander birîndar bûn.
Ev bûyer piştî bêhêvîbûna aliyên nerazî hat ku hêviya wan hebû ji giliyên kirine encamên hilbijartinan biguherin lê biser neketin. Ji ber wan aloziyan serkirdeyên nerazî helwest wergirtin.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûpnê, Nûrî Malîkî, diyar kir, “Bangewaziyek bo hemû xwepêşanderên ji encamên hilbijartinan nerazî ku daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, em ji bo cîbicîhkirina dazwazên we yên rewa û bidestanîna mafên we ligel we ne.”
Serokê tevgera Esayîbî Ehlî Heq, Qeys Xezelî, dibêje, “Bikaranîna çek ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bo rûbirûbûna xwepêşanderên aştîxwaz şermezar dikin. Pêwîst e derbarê wayên ku bi teqeyan xwepêşander kuştine û birîndar kirine lêpirsîn bê kirin.”