Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li meydana Tehrîr belav dibin
Mijdar 06, 2021 09:06 Asia/Tehran
Hêzên Pêkanîna Qanûnê ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandaneke muhtemel duh li meydana ‘Tehrîr’ û li nêzî ‘Pira Komarê’ ya Bexdayê hatin belavkirin.
Duh di saetên sibehê de ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandaneke muhtemel, Hêzên Pêkanîna Qanûnê li paytexta Iraqê Bexdayê, li meydana ‘Tehrîr’ û li nêzî ‘Pira Komarê’ hatin belavkirin.
Duh lijneya amadekar a xwepêşandan, grev û aliyên ji encamên hilbijartinê nerazîne bang li raya giştî ya Iraqê kiribûn ku li hemû parêzgehan xwepêşandan bi dirûşma, “Ev În şansê dawî ye” li dar bixin.