Mijdar 05, 2021 20:34 Asia/Tehran
  • Qeys El-Xezelî: Em ê belgeyên sextekariya hilbijartinan pêşkêşî dadgeha federal bikin

Sekreterê giştî yê tevgera Esaib Ehlî Heq got: "Eger encamên hilbijartinan neguherin, çendîn bijarde, delîl û belgeyên me hene ku betalbûna hilbijartinan îsbat dikin."

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Qeys El-Xezelî" sekreterê giştî yê tevgera "Esaîb Ehlî Heq" êvariya pêncşemê bal kişande ser vê yekê ku encamên hilbijartinan ji aliyê mezintirîn pişka siyasî ya Iraqê ve hatin redkirin.

El-Xezelî ragihand ku beşdarên hilbijartinê jî encaman qebûl nekirine; Ji ber ku qebûlnekirina vê hilbijartinê bi delîlan pêk tê.

Şêx Xezelî da zanîn ku heta maf bi dest nekevin wê nerizamendî û xwepêşandan bidomin û bi bîr xist: “Sextekariya hilbijartinê ya vê dawiyê ne maqûl e û nayê qebûlkirin” .

Emîndarê Giştî yê Esaib, diyar kir ku hevpeymaniya El-Fetih 48 kursî ji ber sextekariyê ji dest dane, tekez kir ku belgeyên rast derbarê sextekariyê hene û îsbatkirina wê girêdayî bi hejmartina dengan bi destan e.

Xezalî got: "Eger encamên hilbijartinan neguherin, çendîn vebijarkên me hene... delîlên me hene ku dê batilbûna hilbijartinan îspat bikin û em ê wan pêşkêşî dadgeha federal bikin."

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê (CEC) hefteya borî wek bersiv li ser 1,400 daxwaznamên namzedan û aliyên siyasî, dest bi jinûve jimartina 2,000 navendên dengan kir.

Komîseryayê bi berdewamî îdia kiriye ku encamên hejmartina bi destan a dengan bi encamên hejmartina elektronîkî re hevaheng in.

Serepeyv