Li Bexda şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pêkhat
Li Bexdayê, paytexta Iraqê şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê yên vî welatî de pêkhat.
Piştî ragehnadina encamên dawî yên helbijartina pêşwext ên Parlamenta Iraqê yên roja 10.10.2021ê birêve çûn, beşek ji wan grub û piştgirên wan ên nerazî derheq encama helbijartinê, nêzîkê navçeya Kesk a Bexdayê dest bi xwepêşandanê kirin û daxwaza hilweşandina encamên helbijartinê kirin.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê îro 05.11.2021ê xwepêşander û hêzên ewlehiyê nêzîkî deriyê navçeya Kesk li aliyê wezareta plandanan bihevçûn.
Ji ber şer û pevçûnê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê hejmarek xwepêşander û karmendên ewlehiyê birîndar bûn.
Beşek ji çavkaniyên çapemeniyê behs dikin ku yek ji xwepêşanderan bi gulla hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.