Tekeziya Berhem Salih ser girtina hemî riyên têketinê li ser DAIŞê
Serokomarê Iraqê li ser sekinîna dijî bermahiyên DAIŞê û girtina hemî riyan li ser vê koma terorîst tekez kir.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Rûdawê, Berhem Salih serokomarê Iraqê di hevdîtina tev Cume Enad wezîrê berevaniyê yê vî welatî, yekrêzî, piştgiriya ji saziyên ewlehiyê û biçûknezanîna metirsiya terorîsmê li vî welatî pêwîst zanî.
Salih her wiha li ser girîngiya hewildanên ji bo jiholêrakirina çeteyên terorîst û kemilandina pêvajoya serketina li hemberî wan bi mebesta parastina ewlehî û yekîtiya neteweyî li welêt tekez kir.
Serokomar û wezîrê berevaniyê yê Iraqê di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi yekîtiya neteweyî li welêt, ji giştan xwest ku rê nedin ku gef li dijî ewlehî û aştiya civakî û yekîtiya neteweyî ya iraqiyan pêk were.