Mijdar 02, 2021 18:06 Asia/Tehran
  • Fuad Husên û Macron pêşhateyên Iraqê gotûbêj kirin

Wezîrê derve yê Iraqê û serokomarê Fransayê gotûbêj derbarê pêşketinên Iraq û navçeyê de kirin.

Îro 02.11.2021ê wezareta derve ya Iraqê bi beyanamekê ragehand: Wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên beşdarî li konferansa 26 aliyên rêkeftina Netewên Yekbûyê ya taybet derbarê keşûhewayê û jîngeyê ya li bajarê Glaskow a Skotlandayê bûye.

Di konferansê de wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron civiyane û gotûbêj derbarê pêşhateyên Rojhilata Navîn, peyvendiyên Bexda û Parîsê, helbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê û avadan kirina Mûsilê kirine.  

Serepeyv