Mijdar 02, 2021 00:16 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 8 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkaniyên medyayî ragihandin ku operasyona nû ya hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Selahedîn despê bûye ku û di encamê de 8 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, lîwayên komandoyên operasyonên hevpar ên Iraqê îro danê sibê li navçeyeke parêzgeha Selahedîn 3 endamên DAIŞ`ê kuştin û 4 terorîstên din jî girtin.

Ji aliyê din ve, Ebdulemîr Şemerî cîgirê serokê operasyonên hevbeş ên artêşa Iraqê ragihand, di encama êrişa esmanî ya Iraqê de li parêzgeha Selahedîn li ser navendeke terorîstên DAIŞê 5 terorîstên din ên vê komê hatine kuştin.

Duh jî hêzên artêşa Iraqê li parêzgehên Nînowa, Enbar û Kerkûkê hejmarek ji endamên DAIŞê girtine yan jî kuştine.

Serepeyv