Li bakurê Iraqê 13 terorîstên DAIŞ`ê hatin girtin
Mijdar 01, 2021 21:39 Asia/Tehran
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Neynewayê ya bakurê welêt, 13 terorîstên DAIŞ`ê hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, operasyonên wekaleta îstixbaratê û lêpirsînên fedral yên Wezareta Karên Hundirîn ya Iraqê yên li dijî terorîstên DAIŞ`ê dewam dikin. Piştî şopandinê û agahiyan, li parêzgeha Neynewa 13 terorîstên DAIŞ`ê hatin girtin.
Ajansa “WAI” li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê , destnîşan kir ku kesên hatine girtin li xwe mikur hatin ku ew endamên koma terorîst a DAIŞ`ê ne.