Cotmeh 29, 2021 10:41 Asia/Tehran
  • Erşed Salihî: Ez rê nadim Pêşmerge vegere Kerkûkê

Serokê berê yê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî dibêje, “Ez razî nebûm û nabim bi vegera Pêşmerge bo Kerkûkê. Ez rê nadim. ” Berpirsekî PDKê jî dibêje, “Pêşmerge vedigere Kerkûkê û Erşed Salihî nikare rêgiriyê li Pêşmerge bike.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê berê yê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî ku di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de wek parlamenter hat hilbijartin, li ser hesaba xwe ya Twitterê derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir û careke din dijayetiya xwe li dijî Pêşmerge nîşan da.

Erşed Salihî dibêje, “Li ser bingeha rêkeftina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel Hewlêrê, min bi xwe rê nedaye û rê nadim Pêşmerge vegere Kerkûkê.”

Ew berpirsê Eniya Tirkmenî dibêje, “Tişta ku me matmayî dihêle, bêdengiya siyasetmedar û partiyên Tirkmenî ye.”

Li ser van gotinên Erşed Salihî, Şaxewan Ebdullah ku wek berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê di hilbijartina parlamenta Iraqê de bi serket, ji Rûdawê re ragihand, “Li gor rêkeftinekê biryar hatiye dayîn dosyeya emnî ya Kerkûkê bo ajandayên herêmî û navdewletî neyê qurbanîkirin; li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, Pêşmerge vedigere Kerkûkê û wan navçeyên di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de ku valahiya emnî tê de heye û DAIŞ ji bo êrişên xwe bikar tîne.”

Şaxewan Ebdullah dibêje, “Ti kes û hêz nikare rêgir be li ber vegera Hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê; Pêşmerge dê her vegere.”

Serepeyv