Cotmeh 29, 2021 09:40 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê êrîşî artêşa Iraqê kir

Çeva çûyî 28.10.2021ê hejmarek terorîstên DAIŞê li navçeya Daqûqa Kerkûkê êrîşî xaleke kontrole ya hêzên artêşa Iraqê kirin.

Medyaya Iraqê belav kiriye terorîstên DAIŞê li navçeya Daqûqê li başûrê Kerkûkê êrîşî ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê kirine û ew êrîşa terorîstên DAIŞê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye têkşikandin.

Herwiha di enama wê êrîşê de serbazekî artêşa Iraq hatiye kuştin.

Cihê bahsê ye di nava hefteyekê de çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşên xwe li Kerkûk, Diyale û Selehedînê zêde kirine û di encama wan êrîşan de bi dehan hemwelatiyên sivîl û hêzên Iraqê û milîsên Heşdî Şabî hatine kuştin.

Serepeyv