Cotmeh 29, 2021 09:10 Asia/Tehran
  • Şêx Sebah Kînanî çalakvanê li dijî gendeliyê bi tawana gendeliyê hat desteserkirin

Şeva çûyî pêncşemê kanaleke Iraqê ragihandiye çalakvanê li dijî gendeliyê Şêx Sebah Kînanî bi 200 hezar dolarî ji ber gendeliyê hatiye desteserkirin.

Kanala televizyona Iraqê El Şerqiye belav kiriye serokê dezgeha çaksazî û guherînê Şêx Sebah Kînanî ji ber binpêkirin û girtina çavên xwe ser gendeliya çend berpirsên hikûmeta Iraqê re girtiye hatiye desteserkirin. Herwiha di dema desteserkirinê de 200 hezar dolar jî hatiye desteserkirin.

Sebah Kînanî serokê dezgeha çaksazî û guherîna Iraqê bû û kandîdê serbixwe bû li bajarê Sedir ê Bexdayê lêbelê dengê pêwîst bi dest nexist û nehatibû hilbijartin.

Serepeyv