Cotmeh 24, 2021 16:54 Asia/Tehran
  • Sedir: Em têkiliyên xwe bi welatên ku destwerdanê di karûbarên Iraqê de nakin, berfire bikin

Serokê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir derbarê pêwendî û hevkariya Iraqê bi welatên din re got: “Welatên ku destwerdanê di karûbarên Iraqê de nakin, em ji bo bihêzkirina peywendiyan ligel wan kar dikin.”

Muqteda Sedir derbarê welatên ku destwerdanê di karûbarê Iraqê de nakin dibêje: “Em kar dikin bo bihêzkirina peywendiyan û encamdana projeyên hevbeş di warê, ewlekarî, aborî , rewşenbîrî, perwerde û tenduristiyê de.

Sedir herwiha tekez dike ku ew ti caran destwerdana di karûbarê Iraqê de qebûl nakin û dibêje: “Em dê li ser asta bilnd gotûbêjê bi wan re bikin ku destwerdanê di karûbarên Iraqê de nekin. Eger qebûl bikin emê dilxweş bin, lê eger nekin em dê rêyên dîplomasiyê yên navdewletî bikar bînin ku rê li ber wan bigrin. Parastina sinor, derî û balafirgehan bo serederîkirin bi wan re kêm bikin. Herwiha emê asta bazirganî û têkiliyên din bi wan re kêm bikin.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Sedir dibêje: “Her karek ku bibe sedema binpêkirina serweriya Iraqê, dê derî ji bo kêmkirina asta nûneratiya dîplomasî veke û em dê rêyên ku di asta navdewletî û navçeyê de têne bikaranîn bidin meşandin.”

Herwiha Muqteda Sedir anî ziman ,ku ew destwerdanê di karûbarê wlatên cîran de nakin û ew rê nadin ku ji erdên Iraqê ve ziyan bigihêje welatên cîran.

Derbarê mijara hilbijartinan de jî Sedir got ku ew rê nadin ti welatek destwerdanê di encama hilbijartinên Iraqê de bike.

Serepeyv