Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê li dijî hejmartina destî ya dengan e
Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê tevî piştrastkirina binpêkirinan, hejmartina destî ya dengên welatiyên Iraqê li parêzgehên vî welatî nepejirand.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya Sumiriye Newsê, Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê ragihand ku ji bilî çend bazineyên wergirtina dengan li Kerkûkê, hejamrtina nû ya dengan li tu yek ji bazineyên wergirtina dengan li parêzgehên vî welatî dê pêk neyê.
Ev di halekî da ye ku roja borî Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê daxuyaniyek derbarê pêvajoya nirxandina nerazîtî û giliyan derbarê pêvajoya dengwergirtinê li Hilbijartina Parlimanî da û ragihand: 7 nerazîtî têkildarî binpêkirinan li bazineyên wergirtina dengan di pêvajoya Hilbijartina parlimanî ya berwext hatine piştrastkirin.
Ragihandina encamên hilbijartina parlimanî ya Iraqê ji roja Yekşemiya borî va tûşî bertek û nerazîtiya hejmareke gel û kom û partiyên vî welatî bûye.
Nerazîtiyên nav kolanan jî di çend rojên borî da li bajarên vî welatî çêbûne.