Dîtina 175 torbeyên pare li bin avahiya Banka Navendî ya Mûsilê
Piştî zêdetirî derbasbûna 4 salan ji rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê, pare li Banka Navendî ya Mûsilê hatin dîtin. Heta niha 175 torbeyên pare yên ji corên 250 hezar dînar di yek qaseyekê de hatine dîtin û hîn du qase jî mane.
Xezîna bankê dikeve bin avahiyê û ew torbeyên pare jî ji ava kanalîzasyonê tijî bûne û du roj in berdewam kar li ser tê kirin ku ew pareyê mayî jî bê derxistin.
Fermanberê Banka Navendî ya Liqa Mûsilê Elî Ebubekir duh got: “Ji saet 07.30ê sibe hê ve em kar dikin, av heta qirika me dihat. Bi melevaniya em diçin bin avê û torbeyên pareyê pûçbûyî derdixin ku hemû xirab bûne, ji ber ku ev çend sal in di bin avê de bê sûd e û bûye hevîr.”
Pare berî hatina DAIŞê ji aliyê aliyê Banka Navendî ya Liqa Mûsilê ve li wir hatibû veşartin. Beriya çend rojan rêveberiya bankê li gel aliyên emnî yên Mûsilê bo nûjenkirinê û herwiha egera hebûna her madeyeke teqemeniyê di wir de dest bi pişkinînê kir, di encama wê pişkinînê de jî pare hat dîtin.
Rêveberê Giştî yê Banka Navendî yê Liqa Mûsilê Husên Lazim, dibêje, “Me dest bi proseya nûjenkirina avahî kiriye, me beşên ziyan dîtine rakirin li gel paşmayên wan. Paşê me daxwaz ji fermandariya operasyonan kir ku pêdivî bi hêzekê heye bo pişkinîna avahî bo piştrastbûna ji her metirsiyeke emnî. Ji ber ku me pêşbînî dikir, DAIŞê berî ku derkeve, avahî TNT kiribe. Lijneyek hat pêkanîn û berî çend rojan me xezîne vekir bi amadebûna hemû endamên lijnê. Me pêşbînî nedikir pare tê de mabe, me digot vala ye.”
Ew parê hatiye dîtin têk çûye û sûd jê nayê wergirtin. Piştî rêkarên yasayên yên li gel Banka Navendî parê ku hatiye dîtin, dê bê jinavbirin.