Cotmeh 20, 2021 12:23 Asia/Tehran
  • Ji bo cara yekem wêneyê kesê ku Sedam veşartibû tê eşkerekirin

Ji bo cara yekem wêneyê wî kesî tê weşandin ku sala 2003an bo dema 8 mehan serokê berêtir ê Iraqê Sedam Hisên di çalekê di baxê xwe de veşartibû. Ev jî bi rêya belgefîlmekî sînemayî ku Derhênerê Kurdistanî-Norwecî Helkewt Mistefa karê nivîsîn û derhênanê wî kiriye.

LI gorî Rûdawê,  Ev berhema sînemayî di destpêka sala bê (2022) de, li sînameyên cîhanê tê belavkirin û li Iraq û Herêma Kurdistanê jî mafê weşandina wî bi Tora Medyayî ya Rûdawê tenê hatiye dan.

Ji bo cara yekem wêneyê wî mirovî tê weşandin ku ji bo dema heşt mehan serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên li bajarokê Dor li başûrê Tikrîtê di çalekê de veşart.

Ela Namiq, ew mirovê 50 salî ye ku sala 2003an ji bo dema 235 rojan Sedam Hisên di çaleke binerd di baxê xwe de li derdora bajarê Tikrîtê veşart. Berî ku Amerîka Sedam di 13ê Kanûna Yekem a 2003an de bibîne û wî di çalê de bigire.

Piştî derbasbûna nêzîkî 18 salan di ser bûyerê re, ji bo cara yekem serçavê Ela Namiq bi rêya belgefîlmekî sînemayî ji cîhanê re tê nîşandan.

Her çiqas ew mirov di raboriyê de bêyî ku hevpeyvîn pê re were kirin, bûbû mijara medyaya navxwe û cîhanî, lê berê qet rê nedabû bi wêneyekê jî serçavê wî were eşkrekirin.

Derhênerê Kurdistanî-Norwecî Helkewt Mistefa bi rêya belgefîlmê (Veşartina Sedam Hisên) ji bo cara yekem Ela Namiq anî pêşber çavê kamerayê da ku çîroka veşartina Sedam Hisên bi zimanê xwe vebêje.

Helkewt Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, razîkirina Ela Namiq bo beşdarbûna di berhema wî ya nû de, ne hêsan bû.

Serepeyv