Cotmeh 18, 2021 10:47 Asia/Tehran
  • El-Kazimî: Divê em ji şaştiyên berê ders bigirin û dev ji nakokiyan berdin

Serokwezîrê Iraqê derbarê nerazîtiyên vê dawiyê li hemberî encamên Hilbijartina Parlimanî ya vî welatî, got: Divê em ji şaştiyên berê ders bigirin û dev ji nakokiyan berdin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya El-Furat Newsê, Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê di twîterê da nivîsî: Jibo ku Iraq ewleh bibe divê em dest bidin destê hev, dev ji nakokiyên partîtî berdin û jibo pêkhatina mafên gel bixebitin.

Di dewama neraazîtiyên rojên dawî li dijî encamên Hilbijartina Iraqê, roja borî jî Muhemed Heyanî endamê Hevpeymaniya Fethê got: Encamên vê hilbijartinê komployeke mezin dijî Heşda Şeibiyê ye.

Piştî wê jî Taxima Hevahengiyaa Şîeyên Iraaqê nasyar bi Çarçoveya Hevahengiyê bi daxuyaniyekê dijberiya xwe ya tam digel encamên hilbijartina parlimanî ya vê dawiyê li vî welatî ragihandibû.

 

 

Serepeyv