Cotmeh 15, 2021 14:05 Asia/Tehran
  • El-Kazimî derbarê binpêkirina qanûnê di encama Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê da hişyarî da

Serokwezîrê Iraqê hişyarî da binpêkerên qanûnê derheqê Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Mistefa Kazimî serokwezîrê Iraqê roja Înê di civîna kabîneya dewleta vî welatî da, got: Mafê her partî an kesayetiyekî ye ku derbarê encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê da gilî bike û Komîteya Hilbijartinê divê bi awayê cidî giliyan bişopîne.

Kazimî ji hemî fraksiyonên ku di Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê da bi ser ketine xwest ku bi morala neteweperestiyê ji bo damezirandina dewleta tê hevkarî bikin.

Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê ya berwext roja Yekşemiyê, 10ê Cotmeha 2021ê li seranserî vî welatî hat lidarxistin û encamên wê yên seretayî roja Sêşemiyê ji aliyê Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê va hat ragihandin.

Li pey vê yekê, gelek ji berendamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê nerazîtiya xwe li hemberî encamên ragihandî ji aliyê Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê va ragihand.

 

Serepeyv