Cotmeh 14, 2021 14:47 Asia/Tehran
  • Malikî hevpeymaniyekê ji bo rikberiya Sedir ava dike

Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, hevpeymaniyeke nû ji bo rikberiyê li gel kutleya Sedir ava dike.

Rêvebera Dewleta Qanûnê Aliye Nuseyf ji Şefeq News re ragehand: Hevpeymaniya nû ya Dewleta Yasa dê ji hevpeymaniya Fetih û hejmarek kutleyên din pêkbê û dê bibe aliyê danûstankar ji bo pêkanîna hikûmetê.

Aliye Nuseyf ragehand: Hevpeymaniya nû dê bibe xwediyê 85 kursiyên parlamentê, ku dê bibe kutleya herî mezin a parlamentê.

Ew hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, dê bibe rikberê kutleya Sedir a serokatiya wê Muqteda Sedir dike.

Aliye Nuseyf dibêje, hikûmeta pêşerojê ya Iraqê wek hikûmetên berî xwe dê bi rêkeftina siyasî pêkbê û got: ‘’Bê rêkeftina siyasî nikare hikûmet bê pêkanîn.’’

Li gor destûra Iraqê, kutleya herî mezin a parlamentê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê dê bê erkdar kirin.

Berî naha û çend carên din jî Muqteda Sedr ragehand, kutleya wî piraniye û kutleya herî mezin a parlamentê ye û dê hikûmeta nû ya Iraqê jî ew pêkbînin.

Li gor encamên destpêkê yên helbijartina pêşwext a Parlamenta Iraqê ku roja 10.10.2021ê birêve çû, kutleya Sedir 70 kursî bidest anîn, Dewleta Qanûnê jî 37 kursî û hevpeymaniya Fetih jî 14 kursî bidest xistin.

Serepeyv