Kazimî tekezî li ser parastina sindoqên dengdanê dike
Serokwezîr û Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê talîmat da hêzên ewlehiyê da ku Komîsariyaya Bilind a Hilbijartinan û sindoqên hilbijartinê biparêzin, herwiha ewlehiyê li hember metirsî û xetereya terorê biparêzin.
Li gorî nûçeya ajansa ISNAyê, Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Çarşemê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Kazimî dema serdana xwe ya bingeha fermandariya hevpar li ser tevdîrên ewlehiyê yên ji bo parastina depoyên Komîsariyaya Bilind a Hilbijartinan û sindoqên dengan hatine girtin, agahdar bûye.
Kazimî tekezî li ser serkeftina plana ewlehiya hilbijartinê kir û got: Di pêvajoya hilbijartinê de tedbîrên pêwîst hatin girtin û cara ewil di dema hilbijartinê de qedexeya hatûçûnê nehat îlankirin û ti êrîş û gef jî nehatin kirin.
Roja Yekşemî 10ê Cotmehê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê li seranserê welêt hatin kirin û duh encamên destpêkê hatin eşkerekirin. Piştî eşkerebûna encamên hilbijartinên Iraqê, gelek berbijêrên hilbijartinên parlemana Iraqê li hember encamên ku Komisiyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihandine nerazîbûn nîşan dan û xwestin bila encamên hilbijartinan werin zelalkirin.
Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, fraksiyona Sedir 73 kursî, Hevpeymaniya Sunnî 38 kursî, Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê 37 kursî, Hevpeymaniya Viyana Qahêm 15 kursî, Hevpeymaniya Feth 14 kursî, Tevgera Îmtidad 9 kursî, Tevgera Hikmeta Neteweyî 2 kursî, Hevpeymaniya El-Nasr, 2 kursî û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê jî 32 kursî bi dest xistine.