Hevbendiya Fetih û hin aliyên Şîe encamên hilbijartinan red dikin
Hevalbendiya Fetih tevî çend hêzên din ên Şîe encamên hilbijartinan bi temamî red kirin û ragihandin ku encamên hilbijartinê çêkirî ne.
Herçend encamên fermî û dawîn ên hilbijartinê ya 10’ê Cotmehê ya parlementa Iraqê nehatine eşkerekirin, lê encamên destpêkê eşkere bûn.
Ji niha ve gelek aliyên Kurd û Şîe encamên hilbijartinê red dikin. Heya niha PADÊ li Şengalê, YNK li Hewlêrê, Komela Dadgeriya Kurdistanê li Hewlêrê û PDK jî li Silêmaniyê encamên hilbijartinê red kirine.
Piştî aliyên Kurd, dengên nerazîbûnê li nava hêzên siyasî yên Şîe jî bilind dibin. Li gorî ragihandina Iraqê, hevbendiya Fetih ya di bin serokatiya Hadî Amirî, hinek hêzên nêzî Heşdî Şebî û komên din ên Şîe jî encamên hilbijartinê red dikin.
Li gorî hêzên Şîe encamên hatine eşkere kirin encamên çêkirî ango amadekirî ne û ew ê van encaman bi ti awayî qebûl nekin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li seranserê Iraqê rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 41 bûye û zêdetirî nîvê welatiyan deng nedane û neçûne ser sindoqan.
Neteweyên Yekbûyî jî bi daxuyaniyekê dilgiraniya xwe ya ji boykotê îfade kir û ragihand ev bêhêvîtiyê nîşan dide.