Hevpaymaniya El-Feth a Iraqê: Protestoya me ya li dijî encamên hilbijartinê ne li dijî tu komê ye
Berdevkê hevpeymaniya El-Feth got ku protestoyên li dijî encamên ragihandî yên hilbijartinan nayê wateya dijberiya li hember kes û komên siyasî yên serketî û vê hevpeymaniyê tu pirsgirêkek bi hevalbendiya Sadir an yên din tuneye.
Li gorî Al-Sumaria roja Çarşemê; Ehmed Esedî berdevkê hevpeymaniya Feth a bi serokatiya Hadî Amirî di axavtinekê de careke din li dijî encamên destpêkî yên hilbijartinên parlemana Iraqê derket û got: Ev delîlên vê hevpeymaniyê hene ku isbat dike ku dengên pêwîst ji bo serketinê heye."
El-Esedî diyar kir ku gelek alîgirên Fethê ji ber pêvajoya aloz ên wekî şopa tiliyan û amûrên elektronîkî nekarîn deng bidin, û em di ragihandina encaman de tevliheviyek eşkere dibînin û di dewamê de got: "Hevpeymaniya Feth dê dengên xwe bernede."
Piştî eşkerebûna encamên hilbijartinên Iraqê, gelek berbijêrên hilbijartinên parlemana Iraqê li hember encamên ku Komisiyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihandine nerazîbûn nîşan dan û xwestin bila encamên hilbijartinan werin zelalkirin.
Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, fraksiyona Sedir 73 kursî, Hevpeymaniya Sunnî 38 kursî, Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê 37 kursî, Hevpeymaniya Viyana Qahêm 15 kursî, Hevpeymaniya Feth 14 kursî, Tevgera Îmtidad 9 kursî, Tevgera Hikmeta Neteweyî 2 kursî, Hevpeymaniya El-Nasr, 2 kursî û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê jî 32 kursî bi dest xistine.