Nûrî Malikî: Em gotûbêja jibo damezirandina mezintirîn fraksiyona parlimanî dest pê dikin
Cotmeh 12, 2021 10:26 Asia/Tehran
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê got ku ev hevpeymanî dê gotûbêjên xwe jibo damezirandina mezintirîn Fraksiyona parlimanî dest pê bike.
Li gorî rapora Sanagh Pressê, Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê roja Sêşemiyê got: Hin hevtêgihîştin digel partiyên şîe, sune û kurd jibo damezriandina fraksiyona pirranî pêk hatine.
Encamên seretayî nîşan didin ku partiyên kurd 61 kursiyên parlimanê bi dest xistine.
Hin çavkaniyên medyayî ev amar weşandiye:
Tevgera Sedr 73 kursî, Hevpeymaniya dewleta qanûnê 37 kursî, Hevpeymaniya Teqedumê (sune) 38 kursî, hevpeymaniya Ezmê (sune) 14 kursî, hevpeymaniya Fethê 14 kursî, Partiya Demokrat a Kurdistanê 32 kursî, Tevgera Imtidadê 9 kursî bi dest xistine.