Mistefa Kazimî: Alîkarê Ebûbekir El-Bexdadî hat girtin
Serokwezîrê dewleta karrêkxer a Iraqê qala girtina alîkarê xelîfeyê xwebinavkirî yê DAIŞ û serkirdeyekî herî xeternak ê vê koma terorîst di operasiyoneke dijwar a dervesînorî da kir.
Serokwezîrê dewleta karrêkxer a Iraqê qala girtina alîkarê xelîfeyê xwebinavkirî yê DAIŞ û serkirdeyekî herî xeternak ê vê koma terorîst di operasiyoneke dijwar a dervesînorî da kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, Mistefa Kazimî, Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Iraqê roja Duşemiyê di twitterê da nivîsî: Servîssa istixbarata welêt operasiyoneke herî dijwar a istixbaratî li derveyî sînoran pêk anî û karî Samî Casim sergêrê aborî yê DAIŞê û alîkarê Ebûbekir El-Bexdadî xelîfeyê xwebinavkirî yê DAIŞ bigire.
Kazimî sipasiya hêzên istixbaratî û ewlehiyê û hewildana wan jibo pêkanîna serketî ya vê memûriyetê kir.