Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdan bi dawî bû
Li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê pêvajoya dengdana hilbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê bi dawî bû.
Li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê pêvajoya dengdana hilbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê di saet 18.00’an de bi dawî bû û wê hejmartina dengdan destpê bike.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê eşkere kir ku heta nîvro rêjeya tevlîbûna dengdêran ji sedê 19 bû.
Di vê barê de Komîsyara Yekîtiya Ewrupayê (NY) ji bo Çavdêriya Prsoeya Hilbijartinên Iraqê Viola Von Cramon ragihand; kêşeyên teknîkî yên ku derketin holê, gelek mezin nebûn û li welatên pêşketî jî kêşeyên bi vî rengî rûdidin.
Cramon destnîşan kir ku kêşeya jikarketina amûrên dengdanê di saetên destpêkê yên proseyê de, bilez hatin çareserkirin û ti kêşe li ber iraqiyan tune bû ku dengê xwe bidin.
Wê herwiha ragihand: “Tiştê ku me dît, asta beşdariya welatiyan di proseyê de ku di demjimêrên destpêkê de gelek sist bû û di asta pêwîst de nebû.”