Li Seidiye ya Xaneqînê jiber gulleberdana hêzên Iraqî li navendeke dengdanê kesek hat kuştin
Cotmeh 10, 2021 16:21 Asia/Tehran
Li nahiya Seidiye ya Xaneqînê di encama gullebardana xelet ji aliyê serbazên Iraqî de kesek hat kuştin.
Îro danê sibê li gundê Hemrîn li nehiya Seidiye ya Xaneqînê, piştî ku komek welatî dengê xwe dan, hêzên Iraqî hewl dan wan ji navenda dengdanê dûr bixin.
Li gorî agahiyan, di wê demê de serbazekî Iraqî “bi xeletî” gulle avêtiye û du karmendên hêza yekem a artêşa Iraqê birîndar bûne, lê yek ji wan li nexweşxanê canê xwe ji dest daye.