Serokomar Iraqê Berhem Salih û rêberê Tevgera Hikkmeta Neteweyî Emar Hekîm dengên xwe dan
Serokomarê Iraqê Berhem Salih û serokê Tevgera Hikkmeta Neteweyî ya Iraqê Seyd Emar Hekîm beşdarî tûra pêncemîn a hilbijartinên parlemana Iraqê bûn.
Serokomarê Iraqê piştî dengdanê ragihand, hilbijartinên pêşwext ên Parlemanta Iraqê, destpêka çaksaziyê ya ji bo bicihanîna daxwazên gelê Iraqê ye.
Berhem Salih herwiha got: “Hêvîdar im hemû Iraqî beşdarî van hilbijartinan bibin û mafê xwe yê destûrî bi kar bînin, da ku hilbijartin di rewşek hêjayî Iraq û Iraqiyan de biqede û tiştê ku ji bo gel rewa ye pêk were.”
Serokê Tevgera Hikkmeta Neteweyî ya Iraqê Seyid Emar Hekîm piştî beşdariya di dengdanê de got: Beşdariya berfire di hilbijartinan de wekî serketina di çarçêva piştgiriya ji mafên neteweyî ya Iraqê ye.
Pêncemîn hilbijartina parlemanî ya Iraqê îro seet 7ê sibê (bi dema Bexdayê) li seranserê vî welatî destpê bû û nêzikî 24 milyon hemwelatiyên iraqî yên bijartî ji bo bijartina 329 endamên nû yên parlemanê dengê xwe dan.