Cotmeh 10, 2021 10:35 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî xwest bila gelên Iraqê bi piranî beşdarî hilbijartinên Perlemantê bibin

Serokwezîrê Iraqê Piştî beşdariya di hilbijartinên parlemanî yên li Bexda de roja Yekşemê, xelkê welatê xwe xwest ku bi awayekî berfireh beşdarî hilbijartinan bibin û derfeta guherînê bi kar bînin.

Li gorî malpera Şafeq Newsê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yek ji wan yekem rayedarên Iraqî bû ku piştî vebûna sindoqan beşdarî hilbijartinan bû.

Kazimî piştî ku dengê xwe li ber çavên nûçegihanan xiste sindoqê hemwelatiyên iraqî teşwîq kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û got: Hîn wextê me heye. Divê Iraqî derkevin û dengê xwe bidin û derfeta guhertinê ji dest nedin.

Serokwezîrê Iraqê  herwiha got: Me soza xwe anî cih û em gotibû ku emê di 10ê Cotmehê de hilbijartinan bikin. Me soz da û me pêk anî. Hûn gelên Iraqê jî kesek hilbijêrin ku hûn difikirin ji bo pêşeroja welêt baş û rast e.

Serepeyv