Cotmeh 10, 2021 08:35 Asia/Tehran
  • Îro dengdan li Iraqê û Kurdistana vî welatî destpê kir

Ji bo hilbijartina nûnerên xula pêncem a parlamenta Iraqê, îro yekşemê xelk li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê diçe ser sindoqên dengdanê. 23 milyon û 986 hezar û 741 kesan, mafê wan ê dengdanê heye.

Proseya dengdanê îro saet 07.00 destpê dike û binkeyên dengdanê dê heta saet 18.00 vekirî bimînin.

Li Iraqê û Herêma Kurdistanê, 3 hezar û 226 berbijêr rikeberiyê ji bo bidestanîna 329 kursiyên Parlementa Iraqê dikin.

Iraq li ser 83 bazneyan hatiye dabeşkirin. Ji bo her bazneyekê kotayek ji bo jinan hatiye danîn. Herwiha 9 kursî ji bo kotaya pêkhateyên Kiristiyan, Şebek, Êzdî, Sabîe û Kurdên Feylî hatine terxankirin.

Li Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî 55 hezar û 41 wêstgehên dengdanê hene û li her wêstgehekê 450 kesan mafê dengdanê hene.

Serokê Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hilbijartinê dibêje, wan hemû amadekariyên xwe li hemû parêzgehan kirine ji bo parastina proseya dengdan û dengderan.

Hejmareke çavdêr û rojnamevanên naxwe û navdewletî, çavdêriya rûmala hilbijartin û bûyeran dikin û 800 çavdêr yên Netewên Yekbûyî, 715 çavdêrên welatan, 274 çavdêrên Yekîtiya Ewropa, tîmeke civaka welatên Erebî, 86 welat û rêxistin hatine vexwendin.

Herwiha 46 hezar û 888 çavdêrên navxwe, 207 hezar û 344 nûnerên aliyan, 498 ragihandinkarên navxwe, 305 ragihandinkarên navdewletî rûmal û çavdêriya hilbijartina parlamenta Iraqê dikin.

Li Iraqê û Herêma Kurdistanê, dengder dê li 8 hezar û 273 navendên dengdanê, dengên xwe bidin.

Serepeyv