Nûnera NYê: 900 çavdêrên biyanî dê çavdêriya helbijartinên Iraqê bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329250-nûnera_nyê_900_çavdêrên_biyanî_dê_çavdêriya_helbijartinên_iraqê_bikin
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Plasschaert ragihand; di proseya hilbijartinên giştî yên Iraqê de nêzîkî 900 çavdêrên biyanî, çavdêriya proseyê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2021 17:24 Asia/Tehran
  • Nûnera NYê: 900 çavdêrên biyanî dê çavdêriya helbijartinên Iraqê bikin

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê Jeanine Plasschaert ragihand; di proseya hilbijartinên giştî yên Iraqê de nêzîkî 900 çavdêrên biyanî, çavdêriya proseyê dikin.

Biryar e roja 10ê vê mehê proseya hilbijartinên pêşwext ji bo hilbijartina 329 endamên Parlamenta Iraqê birêve biçe.

Îro li Bexdayê, Jeanine Plasschaert di civîneke çapmeniyê de diyar kir: “Hilbijartinên vê carê çareseriya wan gef û astengiyan dike, ku rûbirûyî iraqiyan bûne.”

Plasschaert got: “Neteweyên Yekbûyî bê agah nîne ji wan metirsî û astengiyan û hevkarê iraqiyan e di rûbirûbûna wan de.”

Wê herwiha diyar kir: “Em hewl didin rê li ber sextekariyê bigrin û rê nedin ku ezmûna 2018an dubare bibe, ev jî bi hevkariya me hemûyan dibe.”

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê eşkere kir ku di proseya hilbijartinên vê carê de nêzîkî 900 çavdêrên biyanî, çavdêriya proseya dengdanê dikin.