Cotmeh 05, 2021 12:58 Asia/Tehran
  • Merasima şîndariya salvegera rehleta pêxemberê hêîja yê Îslamê (S) û şehîdbûna Hz. Îmam Hesen (S) li Kerbelayê

Merasima şîndariya salvegera rehleta pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Muhemedê Mustefa (S) û şehîdbûna Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê, di Kerbelaya Muela li Iraqê de bi rê ve çû.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û televîziyona Îranê , hogir û evîndarên Pêxemberê hêja yê Îslamê û Îmam Hesen Mucteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê, şeva Duşemiyê bi lidarxistina merasima şîndariyê li herema paqij a Îmam Huseyn (S) li Kerbelaya Muela tazîdarî kirin.

Ji aliyekî din ve, Necef Eşref ûherema pîroz a  Mîrê Muminan Hazret Elî (S) di 28-ê Seferê salvegera wefata Pêxember hêja yê Îslamê Hz. Muhemed (S) û şehadeta Îmam Hesen Mucteba (S) de ji bo pêşwaziya ziyaretkirên Elewî du planên taybet ên ewlehî û xizmetkariyê amade bûn.

"Fayiq el-Şemmerî", serokê Weqfa Medyayî ya Herema paqij a Îmam Elî (S), got ku Astaneya Elewî planeke xizmetguzariyê li çend deverên derveyî navenda bajêr amade kiriye da ku xizmetên curbicur bide ziyaretkirên ku peya xwe gihandine Necefê Eşref.

Her sal di 28-ê Seferê de, hejmarek zêde ziyarekir diçin Necef Eşref ji bo bîranîna salvegera wefata Pêxemberê Îslamê (S) û şehadeta îmam Hesen Mucteba (S) û nûkirina beyeta xwe bi Emîr el- Muminîn (S) gelek ji evîndarên Ehlê Beytê diçin vî bajarê pîroz ku gelek ji wan peya xwe digihînin wê,

Îro Sêşem 28 Sefer 1443 Hicrî, beramber 5ê Cotmeha 2021, salvegera wefata Pêxemberê Hêja yê Îslamê (S) û salwegera şehadeta Îmam Hesen Mucteba (S), Îmamê duyem ê Şîeyên cîhanê ye.

Serepeyv