Îlon 27, 2021 09:16 Asia/Tehran
  •  Iraq li dijî kongraya li Hewlêrê bertek nîşan dan

Kongraya li bajarê Hewlêrê ku di bin serweriya PDK`ê de ya têkildarî peymanên aştiyê bi Rejîma Îsraîlê re hatibû lidarxistin, derdorên Iraqê hêrs kir. Hikumeta navendî jî ragihand ku ew wan civînên “neqanûnî” red dike.

Êvara Înê hin kesyetiyên Iraqê û di nav de hin şêxên eşîrên ereb banga îmzekirina peymanên aştiyê di navbera Iraq û Rejîma Îsraîlê de kiribûn. Ev bangawazî piştî ku li bajarê Hewlêrê yê di bin serweriya PDK`ê de bi sponseriya rêxistineke amerîkî kongrayek hatibû lidarxistin, pêk hat.

Êvarê Şemiyê têkildarî mijarê hikumeta Iraqê ragihand ku ew wan “civînên neqanûnî” yên têkildarî peymanên aştiyê bi Îsraîlê re red dike û got civîna Hewlêrê nûnertiya welatiyên Iraqê nake.

Hikumetê di daxuyaniyeke xwe de got, “Pêşniyarkirina têgeha normalîzekirinê, di destûrê, qanûnê û di aliyê siyasî de li dewleta Iraqê nayê qebûlkirin.”

Piştî rexneyên li dijî kongrayê, Wezareta Karên Hundirîn a Herêma Kurdistanê şemiyê îdia kir ku kongra bêyî “agahdarî, erêkirin û beşdariya hikumeta herêmê hatiye lidarxistin û bi tu awayan helwesta hikumeta herêma Kurdistanê raber nake.”

Serokê Tevgera Teyar El-Sedir Muqteda El-Sedir û Serokê Tevgera Teyyar El-Hikmel Niştimanî Emmar Hekîm jî li hemberî lidarketina Kongereya Aştiya bi Rejîma Siyonîst re li Hewlêrê di hesabên xwe yên Tiwîtter de nerazîbûn nîşanda bûn.

Muqteda El-Sedir û Emmar Hekîm li hemberî civîna ku li Hewlêrê çêbibû û hatibû xwestin Iraq jî li gel Rejîma Îsraîlê peymanê çêbike, nerazîbûnên tund nîşan dabûn. Sedir xwestibû ku hemû kesên tevlî civînê bûne werin girtin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ew civîn li dijî asayîkirina peywendiyên li gel Rejîma Îsraîlê ne.

Îro Desteya Bilind a Dadweriyê ya Iraqê jî li ser 3 kesên tevlî civînê bibûn ,biryara girtinê da. Li gorî desteyê fermana girtina serokeşîr Wisam Elherad, karmendê li Wezareta Rewşenbîran Misal Elelwisî û kesek din ê bi navê Seher Kerîm Eltaî hatiye derxistiye. Desteyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku divê ev kesên navên wan hatine diyarkirin, werin girtin.

Serepeyv