Îlon 26, 2021 12:44 Asia/Tehran
  • Biryara girtinê jibo beşdarên civîna Hewlêrê hat dayîn

Saziya Dadweriyê ya Iraqê jibo beşdarên civîna Hewlêrê ku bi armanca vexwendina jibo asayîkirina peywendiyan tev Rejîma Siyonîst hatibû lidarxistin, biryara girtinê da.

Li gorî rapora El-Meyadînê, Wesam Herdan, Misal Elûsî û Seher Kerîm Tayî ji wan kesan in ku roja Yekşemiyê biryara girtina hatiye dayîn.

Wezareta karên navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê tevî tekeziya li ser darizandina kesên ku civîna Hewlêrê ji armancên xwe yên ragihandî dûr kiriye û behsa aştiya digel Rejîma Siyonîst kiriye, ragihand: Herêma Kurdistanê sozdara siyaseta fermî ya Wezareta derve ya Iraqa federal e.

 

Wezareta karên navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir: Ev herêm wek saziyeke qanûna bingehîn û di çrçova Iraqa federal hertim sozdara siyaseta fermî ya Wezareta derve ya Iraqê ye û bi tu awayî îzna neçêbikaranîna azadî û demokrsiya heyî li wir jibo bidestxxistina armancên siyasî yên din nade û kesên ku ev kar kirin, dê tu cihekî xwe li Herêma Kurdistana Iraqê tunebin û dê werin derxistin.

 

Hêjayî gotinê ye ku Ofîsa medyayî ya Mistefa kazimî, serokwezîrê Iraqê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev dewlet dijayetiya xwe ya tund digel civînên neqanûnî ku ji aliyê hin eşîrên niştecihê Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê hatine lidarxistin û dirûşmeyên peywendiya tev Rejîma Siyonîst hilêxistine, radigihîne.

 

Roja Îniyê konferanseke jibo piştgiriya asyîkirina peywendiyan digel Rejîma Siyonîst li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin; Ev civîn tûşî nerazîbûna gelê Iraqê bû û kesayetiyên siyasî û mezhebî yên vî welatî bertekên bihêrs nîşan dan.

 

 

Serepeyv