Îlon 24, 2021 21:38 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê li Kerkûkê li dijî DAIŞê operasyon pêk anî, herî kêm 7 terorîst hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kir; ajansa îstixbaratê ya Iraqê, bi hemahengiya bi Fermandariya Operasyonên Hevbeş re, çalakiyeke serbazî li rêzeçiyayên Hemrînê li dijî terorîstên DAIŞê encam dan.

Şaneya Ragihandinê eşkere kir; ev lêdana serbazî, temamkirina çalakiyên berê ye, ku ajansa îstixbaratê ya hikûmeta Iraqê, bi hevbeşiya jûra operasyonan û hêzên esmanî, bo ser pêgeh û binkeyên DAIŞê yên li rêzeçiyayên Hemrînê encam dane.

Vê Şaneyê herwiha destnîşan kir ku ew binke weke navendên êrîşên DAIŞê li Kerkûkê têne bikaranîn.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşa esmanî, rûbirûbûn li hember terorîstên din çêbû û di encamê de çend terorîst hatin kuştin û çekdarekî jî xwe teqand ku di vê çalakiyê de bi giştî 7 kes hatin kuştin, hîn jî pişkinîn û lipeyçûna li wê deverê berdewam in.

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku Wezareta Navxwe ya Iraqê berdewam dibe di encamdana operasiyonên serbazî li dijî pêgeh û binkeyên DAIŞê de û didin rêzeçiyayên Hemrînê paqij bikin.

Ji sala 2017an ve, dema Iraq serkeftina bi ser terorîstên DAIŞê de ragihand, ew komên çekdar heta niha jî hewl didin xwe birêk bikin û car caran li deverên bin desthilata hikûmeta Iraqê êrîşan encam didin.

Serepeyv