Îlon 23, 2021 11:33 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê çend pêgehên DAIŞê hatin hatin bombebaran kirin

Hêzên asmanî yên Iraqî hejmarek ji pêgehên terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin û 3 terorîstên wê rêxistinê jî desteser kirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, firokeyên F-16 û SU-25 şeva borî hejmarek şikeft û cihên veşartinê yên terorîstên DAIŞê li navçeya Wadî Şay li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin, bêyî ku tu zanyariykê derbarê ziyanên DAIŞê de belav bike.

Wê herwiha da zanîn, li nêzîkî gundê Xazir ê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hewalgîriya Leşkerî hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyên hewalgiriyê, terorîstên DAIŞê li hin navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çalaktir bûne, ji bo vê yekê jî, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniy ya Iraqê li hev kirine du lîwayên hevbeş ji bo dagirtina vala ewlehiyê pêk bînin.

Serepeyv