Îlon 23, 2021 09:53 Asia/Tehran
  • Hêzên Hevpeyman li Iraqê: Rola me li vî welatî tê guhertin

Nêzîkî du mehan ji dema rêkeftina stratejîk a di navbera Bexda û Waşîngtonê de maye bikeve warê cibicîkirinê, xaleke sereke ya wê rêkeftinê tekeziyê li ser vekişandina hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî yên şerker.

Di wê derbarê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo li Dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand, rola Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, heta dawiya salê dubare ji nû ve dê bê rêkxistin kirin.

Marotto got, ew bi hevkariyên ewlekarî û leşkerî yên bi Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo rûbirûbûna DAIŞ pêbend dibin. Hêzên Hevpeyman piştevaniyê li Iraqeke aram dikin.

Ev daxuyaniya Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî piştî wê tê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, vekişîna 3 yekîneyên leşkerî yên Amerîkayê ji Iraqê ragihand.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş a Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand, di çarçoveya rêkeftina stratejîk a Iraq û Amerîka de, hêzên şerker ên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî heta dawiya salê vedikişin.

Wî herwaha tekez kir, “Iraq tenê pêwîstiya wê bi rahênan, çekdanîn û avakirina di warê hêza asmanî, firokevaniya artêşê û berevaniya esmanî de heye û Hevpeymaniya Navdewletî dê di vî warî de beşdar be.”

Li gor raporteke rojnama “New York Times” a Amerîkî, Pentagonê 2 hezar leşkerên Firqeya Piyade (4) ji bo rahênankirinê dê li cihê Lîwaya (256) li Iraqê belav bike.

Serepeyv