Serçeteyê DAIŞê li parêzgeha Enbara Iraqê hat girtin
Îlon 22, 2021 16:57 Asia/Tehran
Rêveberiya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê qala girtina serçeteyê ssereke yê DAIŞê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê vî welatî kir.
Rêveberiya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê qala girtina serçeteyê ssereke yê DAIŞê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê vî welatî kir.
Li gorî rapora Sûmiriye Newsê, Rêveberiya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê roja çarşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, Bi çavdêriya rasterast a rêveberiya isstixbarata leşkerî û bi operasiyoneke deqîq û li gorî pêzanîn û şopandinên berdewam, hêzên iraqî serçeteyekî sereke yê DAIŞê li navçeya Elbû Feraca parêzgeha Enbarê girt.
Li gorî vê raporê, ev serçete qaşo wezîrê çandiniyê yê DAIŞê ye.