Îlon 18, 2021 23:15 Asia/Tehran
  • Dema vekêşandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê hat aşkera kirin

Endamekî lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamenta Iraqê dema vekêşîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê aşkera kir.

Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamenta Iraqê Bedir Ziyadî ji malpera El Erebî Cedîd re ragehand: Amerîka ji destpêka meha 10 a sala 2021ê ve dê dest bi vekêşandina hêzên xwe yên şerker ji Iraqê bike.

Bedir Ziyadî ragehand: Li gor rêkeftina Iraq û Amerîkayê proseya vekêşandina hêzên şerker ên Amerîkayê heta dawiya îsal dê berdewam be û roja 01.01.2022ê ti hêzeke şerker a Amerîkayê dê li ser axa Iraqê nemîne.

Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamenta Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku, çek û amûrên leşkerî û balefirên şer ên hêzên Amerîkayê yên li Iraqê dê ji binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li kendava Farisê re bên veguhestin.

Bedir Ziyadî ragehand, balefirên şer ên hêzên hevpeyman berdewam dibin di çavdêriya rêxistina terorîst a DAIŞê de û li binkeyên xwe yên li welatên derveyî Iraqê dê wî karî bikin. Lê piştî vekêşîna hêzên Amerîkayê berdewambûna balefirên şer ên hêzên hevpeyman li ser daxwaza Iraqê dê kar bikin.

Serepeyv