DAIŞê li parêzgeha Diyalê êrişî ser ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê kir
Şeva borî terorîstên DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyaleyê bi 2 êrîşan xaleke kontrole ya hêzên Iraqê kontrol kir û 3 serbazên Iraqê hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne.
Çavkaniyeke emnî ya Iraqê ji medyaya vî welatî re aşkere kiriye koma terorîst a DAIŞê li sînorê nahya Uzêm a Diyaleyê êrîşî ser hêzên Iraqê kiriye.
Herwiha ligor wê çavkaniyê DAIŞê êrîşî xaleke kontrole ya lîwaya 2 ya artêşa Iraqê kiriye û di encamê de serbazek birînda bûye. Herwiha piştî wê êrîşî li gundê Tale yê nahya Uzêmê jî êrîşî xaleke konrolê kiriye armanc.
Di êrîşa duyem de 3 serbazên artêşa Iraqê yê li wê xala kontrolê bûne hatine kuştin û kesekî din jî birîndar bûye. Herwiha tê gotin ku vê koma terorîst ew xala kontrolê xistiye bin destê xwe.
Li gor zanyariyn DAIŞê xwe li xala kontrola bi cî kiriye û hêza piştevaniyê ya artêşa Iraqê jî êrîşî terorîstên DAIŞê kiriye ji bo derxistina wan ji wê xala kontrolê .
Çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê li hemberî vê êrişa terorîstên DAIŞê dest bi çalakiyê kir ku di dewama vê çalakiyê de karîn çekdarên koma terorîst a DAIŞê ji deverê û xala kontrolê derxin û heta veşargeha terorîstan li çiyayên deverê radû wan kirin û ew şopandin.