Serokwezîrê Iraqê ferman da ku jiara ziyarekerên îranê ji bo Erbeyîna Huseynî du qatî zêde bibe
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da ku jiara ziyarekerên îranê di merasimên Erbeyîna Îmam Huseyn (S) du qatî zêde bibe.
Li gor Fars Newsê, Nivîsgah serokwezîriya Iraqê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Mistefa Kazimî fermandaye da kuvîzeya ziyaretkirên biyanî ku bi minasibeta merasima Erbeyîna Îmam Huseyn (S) sefera Iraqê dikin bila du qatan zêde bibe anku ji 40 hezar ku bona pandemya Koronayê hatibû teyînkirin, bigihêje 80 hezarî.
Di vê daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku biryara zêdekirina jimara ziyaretkeran hevdem bi nêzîkbûna Erbeyîna Huseynî û dema ziyareta îmam Huseyn (S) û şehîdên Kerbelayê û li gorî şert û mercên wê yên olî û manewî yên taybetî hatiye dayîn, bê guman, hemî ziyaretkirên biyanî divê şertên vaksînasiyonê, testa PCR û mercên tenduristiyê yên din berçav bigirin.
Li gorî fermana Serokwezîrê Iraqê, 60 hezar ziyaretkirên Îranî li gorî şert û mercên ku ji aliyê Iraqê ve hatine ragihandin, dê karibin beşdarî merasimên Erbeînê û ziyareta pîrozgehên Iraqê bibin.
Berî viya wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di hevpeyvîna telefonî bi wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên re jê xwestibû ku vîzeya ziyaretkirên îranî yên beşdarê Erbeîna Huseynî zêde bikin.