Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya El-Nucebayê: Bêdengiya dewleta Bexdayê li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê xeternak e
Îlon 09, 2021 12:01 Asia/Tehran
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya El-Nucebayê bêdengiya dewleta Iraqê derheqê êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li ser bakurê vî welatî xeternak da zanîn.
Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Furat Newsê, Nesr El-Şemerî, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya El-Nucebayê operasiyonên leşkerî yên Tirkiyê li bakurê Iraqê şermezar kirin û got: Leşkerên Tirkiyê tenê di Tebaxa 2021ê da bûne sebeba kuştina 26 leşker û welatiyên sivîl ên iraqî.
Şemerî got: Destdirêjiyên Tirkiyê li bakurê Iraqê di halekî da pêk tên ku em şehedê bêdengiya xeternak a dewleta Bexdayê di vî warî da ne.