Îlon 08, 2021 17:07 Asia/Tehran
  • Di êrîşeke DAIŞê de li Gulalayê 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn

Terorîstên DAIŞê li nehiya Gulala êrîşî ser xaleke artêşa Iraqî kir û di encamê de 5 leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Jêderekî ji hêzên Pêşmerge ji K24ê re ragihand, şeva borî terorîstên DAIŞê li nêzîkî gundê Helawnê yê li nehiya Gulala êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê kir.

Herwiha heman jêderê diyar kir, dema hêzeke din a artêşa Iraqê diçû hawara wê hêzê, bombeyek pê de teqiya û di encamê de 5 leşker birîndar bûn.

Terorîstên DAIŞê êrîşên xwe li navçeyên Kurdistanî zêde kirine. Şîrovekar jî amaje bi wê dikin, DAIŞ li wan navçeyan xwe birêkxistin kiriye û çek û pereyên zêde jî di destê wê de hene.

Berî çend rojan jî, terorîstên DAIŞê li Kerkûk û Mexmûrê di du êrîşên cuda de, 15 endamên hêzên ewlehiyê yên Iraqê kuştibûn.

Serepeyv