Îlon 04, 2021 09:12 Asia/Tehran
  • Berdewamiya desdirêjiya artêşa Tirkiyê ser wargeha Mexmûrê li bakurê Iraqê

Balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirkiyê, navenda Wargeha Penaberan a Mexmurê bombebaran kir. Di êrîşê de tu windahiyên canî çênebûn, lê ziyan gihîşte malên derdorê.

Balafireke biçek û bê mirov a dewleta Tirkiyê duh (03 îlon 2021) serê sibehê saet derdora 08.18’an de navenda Wargeha Penaberan a Mexmurê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşa artêşa Tirkiyê de tiştek li tu kesî nehat. Lê camên malên derdorê şikestin û ziyana maddî çêbûn. Ji ber dengê zêde yê bombebaranê, di nava zarokên wargehê de tirs û xof çêbû.

Piştî êrîşê welatî li cihê êrîşê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Dayikên ku hêrsa xwe anîn ziman, gotin “Ma dê heta kengî wiha êrîşî me bikin, çima tu kes dengê xwe dernaxîne?”

Çav li rê ye ku Rêveberiya Wargeha Mexmûrê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.

Dewleta Tirkiyê ku van salên dawiyê dîsa rûyê xwe yê dagirkeriyê eyan kiriye, beriya niha jî gelek caran êrîşî wargehê kiribû û gelek welatî kuştin û birîndar kiribûn.

Serepeyv