Îlon 03, 2021 09:57 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê gundê Barê yê Şengalê bombebaran kir

Artêşa Tirkiyê, li dijî gundê Barê yê Şengalê êrişeke hewayî pêk anî.

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê (MA), Êrişên Artêşa Tirkiyê yên li dijî gelê êzidî didomin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, balafireke bêmirov a Tirkiyeyê nuqteyeke Asayîşa Êzîdxanê ya li gundê Barê yê girêdayî bajaroka Xanesorê ya Şengalê bombebaran kiriye. Ji ber liv û tevgera balafiran li ser Şengalê berdewam e, agahiyên zelal nikarin ji herêmê bê wergirtin.
 

Serepeyv