DAIŞê li rojavayê Kerkûkê êrîşî gundekî Kurdan kir
Hejmarek çekdarên DAIŞê şeva bihorî êrişî gundekî Kurdan li sînorê parêzgeha Kerkûkê kirine û di navbera wan û gundiyan de şer derketiye û serbazekî iraqî hatiye kuştin û 5 kes ji xelkê gund jî birîndar bûne, ku tê gotin birayên hev in.
Rûdawê ji Kerkûkê ragihand, li gor zanyariyan, saet 11.30 şeva bihorî hejmarek terorîstên DAIŞê ji aliyê çiyayê Qereçoxê ve êrîşî gundê Şeel kirine ku gundekî Kurdan e li sînorê bajarokê Sergeran li rojavayê Kerkûkê û di navbera wan û gundiyan de şer çê bûye ku ev şer saetekê zêdetir dom kiriye.
Çavkaniyekê ji Bingeha Polîs a Sergeranê jî ji Rûdawê re ragihand, “çekdarên DAIŞê xwe vedizîne û derbasî gundekî Kurdan bûne û xwestine kesekî birevênin, lê xelkê gund teqe kirine û paşê hêzên Artêş û Polîs ên Iraqê gihîştine gund û rûbirûyî çekdarên DAIŞê bûn û piştî demekê çekdarên DAIŞê ji gund reviyan.”
Bi gotina heman çavkaniyê, “serbazekî Iraqî jî di pevçûnê de hatiye kuştin.”
Heman çekdarên aşkere kir, çekdarên DAIŞê li pişt xwe bombekê datînin ku bi xelkê gund de teqiyaye, “di encamê de 5 kes birîndar bûne ku hemû birayên hevdû ne û birayekî wan ê din jî heya niha nexuyaye.”