Tebax 28, 2021 17:46 Asia/Tehran
  • Kazimî: Iraq li dijî bikarhatina axa welatê xwe li dijî welatên din

Serokwezîrê Iraqê di destpêka Civîna Hevkarî û Beşdariyê ya Bexdayê de axivî û got ku hikûmeta Iraqê li dijî bikaranîna xaka Iraqê ye ji bo tehdîdkirina welatên din.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (WAA), Mistefa Kazimî îro Şemiyê di civîna Bexdayê de got ku Iraq pêşwaziyê li welatên ku di civînê de amade ne dike, û lidarxistina civîneke bi vî rengî nêrîna Bexdayê ya li ser pêwîstiya avakirina pêwendiyên baştir bi cîhanê re nîşan dide.

Kazimî got ku Iraq îro bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye, lê me soz da gelê xwe ku rola pêşengiya Iraqê ji nû ve bi dest bêxin.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku Iraq li hemberî DAIŞ`ê bi ser ketiye û got: Civaka navneteweyî ji bo piştgiriya veberhênana li vî welatî û xebitandina sermaya xwe li Iraqê cidî ye.

Civîna Bexdayê ji îro pê ve dê du rojan hatiye lidarxistin. Di civînê de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokomarê Misrê Abdul-Fattah al-Sîsî, şahê Urdunê Ebdullahê II, Emîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed û Serokwezîrê Kuweytê Sebah Xalid el-Hemed el-Sebah beşdar in.

Welatên wekî Îran, Tirkiye û Erebistana Siûdî jî di asta wezîrên karên derve de beşdarî civînê bûne. Serokê hikûmeta Îmaratê (UAE) Muhemed bin Raşid Alê Mektûm û hukumdarê Dubayê jî bi nûnertiya Îmaratê di vê civînê de beşdar in.

Serepeyv