Tebax 28, 2021 12:20 Asia/Tehran
  • Makron ji Bexdayê: Em ê berdewam bin li ser hevkariya şerê li dijî terorêُ

erokkomarê Fransayê li bajarê Bexdayê ragihandiye Fransa wê berdewam be li ser alîkariyên li şerê dijî terorê.

Îro roja şemiyê 28.08 2021ê Serokkokmarê Fransayê Emmanuel Macron bi armanca beşdariya di kongreya civîna Bexdayê bo Hevkarî û Hevbeşiyê serdana Bexdayê kir.

Emmanuel Macron piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di kongreyeke rojnemevanî de axivî û got:’’ Fransa tekeziyê li seqamgîrî û serweriya Iraqê dike û alîkariya vî welatî dike di şerê li dijî terorîstên DAIŞê.’’

Herwiha Macron amaje bi wê yekê jî kir ku Fransa hevbeşê rasteqîn ê Iraqê ye û wê alîkariya Fransayê ji bo hêzên Iraqî yên li dijî DAIŞê şer dikin berdewam bike.

Di berdewamiyê jî de Emmanuel Macron behsa girîngiya avadankirina Iraqê û vegera penaberan ji bo nava erd û malên xwe jî kir û aşkere kir ku Fransayê budceyeke taybet ji bo vegerandina penaberan û sazkirina jêrxana Iraqê terxan kiriye.

Macron bi pêwîst jî zanî welatên cîranên Iraqê jî ji Iraqê re bibin alîkar ji bo seqamgîrî li Iraqê cîgir bibe û bêyî alîkariya welatên cîran ew seqamgîrî pêk nayê.

Herwiha Seokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî di kongreye rojnemevanî de axivî û aşkere kir xelkê Iraqê spasiya hêzên Fransayê dike ji ber beşdariya wan a di şerê li dijî DAIŞê û piştevaniya hikûmeta Fransayê dike ji ber alîkariyên wê yên di warên aborî û tendirustî ji Iraqê re peşkêş kirine.

Kongreya Lûtkeya Bexdayê Bo Hevbeşî û Hevkariyê bi alîkariya Fransayê dest pê dike.

Di wê kongreye de mîr, serok, serokwezîrên welatên cîranên Iraqê, nûnerê Amerîkayê û nûnerê Yekîtiya Ewropayê û nûnerê Misirê jî di kongreye de beşdar dibin. Biryare di kongreye de kêşeyên Rojhilata Navîn werin gotûbêjkirin.

Serepeyv