Êrîşî du karwanên Locestîk ên leşkerên Amerîkayê li Iraqê kirin
Medyaya Iraqê ragihand ku du karwanên ku alavên piştgirîya leşkerî ya Amerîkî hilgirtibûn li başûrê Iraqê bûn armanca êrişê.
Li gorî Kanala Telegramê ya News Sabirîn, îro Sêşemê li parêzgehên Musenna û Zîqarê du karwanên locestîkê yên leşkerên Amerîkayê rastî êrîşê hatin.
Li gorî vê raporê, karwanê yekem li El-Nasiriye û karwanê duyemîn jî li El-Semaweh ketin ber êrîşan.
Têkildarî êrîşa yekem, tora nûçeyan a "El-Îlam El-Muqawim" ragihand ku koma bi navê "Qasim El-Cebbarîn" berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.
Di van rojên dawiyê de, çavkaniyên iraqî derbarê êrişên ser çend karwanên hêzên amerîkî li deverên curbicur ên Iraqê agahî dane.
Gelek kes û komên iraqî dixwazin hêzên terorîstî yên amerîkî ji Iraqê derkevin û parlemana Iraqê jî plana vekişîna van hêzan pejirand.